Sibat 27, 2017 09:22 Asia/Tehran
  • Derewandina daxwaza alîkariya Moskoyê ji welatên rojavayî ji bo nûavakirina Sûriyê

Berdevkê wezareta karên derve ya Rûsiyê rapora hin mêdyayan li bara daxwaza Moskoyê ji welatên rojavayî sa dabînkirna malî ya avakirna nû ya Sûriyê piştî şêrr red kir.

Li gorî rapora Tasnim News`ê, Mariya Zaxarova roja yekşemiyê li hevpeyivîna digel têlêvîziyona NTV`yê ragihand: Wezareta karên derve ya Rûsiyê wê li malpera xwe rapora derew a rojnameya Financial Times`ê li bara daxwaza Moskoyê ji welatên rojavayî ji bo alîkariya bo nûavakirina Sûriyê biweşîne.

Rojnameya Financial Times`ê roja pêncşemiya pêş li raporekê îdia kiribû ku Mîxaîl Bogdanov cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsiyê li hevdîtina digel balyozên welêatên endama Yekîtiya Ewropayê bi awayekî hişyarîder, mijara terxankirina bi miliyaran dolarî an bi miliyaran Euro`yî ji bo avakirina nû ya Sûriyê hilêxistiye.

Zaxarova rastiya van îdiayan red kir û bi bîr xist ku li civîna dewreyî ya Bogdanof û balyozên welatên endama Yekîtiya Ewropayê ku di destpêka meha Sibatê da pêk hat, ``Mijarên dabînkirina malî û sermayedanîn` bi ti awayî nehatine hilêxistin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Rûsiyê bi bîr xist ku lehiya zanyarî û raporên sexte û ne-rast ku çavkaniya wan mêdyayên welatên rojavayî ne, roj bi rojê zêdetir û cihêrengtir dibin.