Sibat 26, 2017 15:12 Asia/Tehran
  • Nîvê almanîyan dibêjin Şûltz nabe serokwezîr

Encamên rapirsîyekê nîşan didin ku nîvê gelê Almanîyayê şika wan heye ku Martîn Şûltz bikare li rikberîya ligel Angêla Merkelê serkevtî be û bibe serokwezîrê nû yê Almanîyayê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnik`ê, encamên rapirsîya Navenda Emnid`ê ku jibo Rojnama Bild M Sontakê pêk anîye, nîşan didin ku nîvê almanîyan serketina Şûltz û vê yekê ku ew ibe serokwezîrê vî welatî, dûr dizanin.

Li gorî encamên vê rapirsîyê, tenê ji sedî 36`ê gelê Almanîyayê ser vê bawerê ne ku Martîn Şûltz berbijarê Partîya Sosyal-Demokirat dikare piştî hilbijartinên parlemanî, bibe serokwezîrê Almanîyayê.

Helbet li gorî asta piştgirîya ji partîyên sîyasî yên Almanîyayê, di navbera Partîya Sosyal-Dêmokirat û partîya Merkelê da rikeberîyeke giran û nêzîk heye. Asta piştgirîya gelê Almanîyayê ji partîya Merkelê giheştîye zêde ji sedî 32`yê û ya Partîya Sosyal-Dêmokiratê jî giheştîye ji sedî 31`ê.

Encamên rapirsîyekê ku di destpêka vê mehê da pêhat jî nîşan didan ku heke hilbijartin di meha Sibatê da bên lidarxistinê, Martîn Şûltz serokê berê yê Parlimana Ewropayê yê ser keve. Şûltz di 29`ê Çilê da berbijarîya xwe jibo rikeberîya li hemberî Merkelê ragihand. Wî ev berbijarîya piştê wê ragihand ku Zîgmar Gabrîyêl wezîrê karên derve yê niha yê Almanîyayê biryar da ku li rikeberîya bo bidestxistina posta serokwezîrîya vî welatî pişkdarîyê neke.