Sibat 25, 2017 09:08 Asia/Tehran
  • Koşka Sipî nehişt ku rexnekar herin civîna çapemeniyê

Mêdyayên amerîkî ragihandin ku Koşka Sipî bêyî tu eger û şiroveyekê rê li ber amadebûna nûçegihanan li civîna çapemeniyê ya berdevkê dewleta Amerîkayê girtiye.

Li gorî vê raporê, Koşka Sipî rê li ber hatina nûçegihanên CNN, BBC, Dayli Mail, New York Times, navenda nûçeyan a Hill`ê, malpera Polotico`yê, Los Angeles Times û New York Dayli News`ê bo civîna çepemeniyê ya berdevkê dewletê girtiye.

Ajansa nûçeyan a Associated Press`ê û rojnameya Time`ê bi nîşana nerazîtiya li hemberî vê biryara Koşka Sipî civîna çapemeniyê ya berdevkê Koşka Sipî boykot kirin.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê ji dema ku hatiye ser kêr, hin kanal û rojnameyên vî welatî bi sûcê weşandina nûçeyên sexte û derew tawanbar kirine û çend caran navbera wî û nûçegihanên van kanalan ji wan kanala CNN`ê devûjenî û pevçûna devkî derketiye.

Li gorî vê raporê, Koşka Sipî li bara egera vî karê xwe ti şiroveyek raber bekiriye.