Sibat 25, 2017 08:58 Asia/Tehran
  • Careke din hikmê 8 sal zîndanê li Bin Elî hat birrîn

Berdevkê dozgerê Tûnisê berbanga şemiyê ragihand ku dadgeha destpêkîn a vî welatî bi hikmên cida bi awayê ne-hizûrî Zeyn El Abêdîn Bin Elî û zava û wezîrê berevaniyê yê dewleta wî bi rêzê bi 8, 6 û 8 salan zîndanê mehkûm kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransayê, Sifyan El Selîtî berdevkê dozgerê Tûnisê her wiha got ku dadgeha vî welatî Zeyn El Abêdîn Bin Elî serokomarê wêdadayî yê Tûnisê, Sexr El Matirî (Zava) û Riza Qerîre dawîn wezîrê berevaniyê yê dewleta wî bi tawana bikaranîna neçê ya desthilatê û xistina ziyanê li mal û heyitiyên gelepmperî tawanbar kiriye.

Berdevkê dozgerê Tûnisê li vê barê zêde qala hûrgiliyan nekir.

Meha pêş jî dadgeha Tûnisê bi dayîna hikmekî Zeyn El Abêdîn û jina wî Leyla Trablosî bi tawana gendeliya aborî her yek bi 10 sal zîndanê mehkûm kir.

Gendeliya aborî ya Bin Elî û Trablosî (jina bin Elî) ji egerên girîng ên serhildana gelê Tûnisê di sala 2011`an da bû ku dawî li hikûmeta 25 salî ya Zeyn El Abêdîn Bin Elî anî.

Zeyn El Abêdîn Bin Elî roja 14`ê Çileya 2011`an tev malbata xwe ji Tûnisê revî û çû Erebistanê.