Rûsiyayê hişyarî da NATO`yê
Nûnerê Rûsiyayê li saziya peymana Atlantîka bakûr (NATO) li bara siyasetên şaşe vê saziyê dijî Rûsiyayê hişyarî da.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Eliksandêr Gruşkov nûnerê Rûsiyayê li saziya peymana Atlantîka bajkûrî (NATO)`yê li gotinên xwe yên îro îniyê li bara siyasetên şaşe vê saziyê dijî Rûsiyayê hişyarî da û ragihand ku dewama van cure siyasetan dê bi xisaret be.
Nûnerê Rûsiyayê li saziya peymana Atlantîka bajkûrîli dewama gotinên xwe ragihand; Pêwîste NATO dest ji siyasetên tirsandina welatan ji Rûsiyayê berde.
Nûnerê Rûsiyayê li saziya peymana Atlantîka bajkûrî ragihand ku eger ji bo saziya NATO`yê, şerê dijî terorîzmê girînge pêwîste dest ji siyaseta tirsandina welatan ji Rûsiyayê berde û li bara ewlehiya navçê tev Rûsiyayê rûne ser masa gotûbêjê.
Eliksandêr Gruşkov herwisa got: NATO`yê xebata xwe ya dijî terorîzmê daniye qiraxê û hema wexta xwe daniye ser îdiayên şaş dijî Rûsiyayê.