Sibat 24, 2017 14:15 Asia/Tehran
  • Trump: Pêwîst e Amerîka li warê çekên atomî pêşeng be

Serokkomarê bigengeşe yê Amerîkayê li gotinên berovajî hev, ji aliyekê daxwaza girtina pîşiya zêdebûna çekên atomî dike û ji aliyekî din dibêje ku pêwîst e Waşîngton ji nezera çekên atomî pêşeng be û cebilxanên atomî yên Amerîkayê li qiyas digel welatên din ên cehanê mezintir bin.

Serokkomarê bigengeşe yê Amerîkayê li gotûbêja xwe ya tev Ruters`ê, bi vê îdiayê ku ew cîhanekî bêyî çekên atomî dixwaze destnîşan kir; Helbet pêwîst e ku Amerîka di warê çekên atomî da hertim pêşeng be û heta li vê barê ji welatên dost jî paşda nekeve.

Trump li bara dewama rêketina 10 salî ya di navbera Rûsiyayê û Amerîka ya ser navê New Istart ku li gorî vê rêketinnamê her du welat pêwîst e heta sala 2018 berbendan li ser rêya ceblxanên xwe yên navokî çê bikin ragihand ku ev rêketina yekalî ye û ew jî wekî rêketina di navbera Îranê û grûpa 5+1 de, rêketinameyeke nebaş e.

Li gorî rapora salane ya navenda aşitiyê ku meqera wê li Istokholmê ye, Amerîkayê heta sala 2016 `an 7 hezar komikên navokî hebûne.