Pêwîstîya guhertina sîyasetên Qesra Sipî li hemberî Moskovê
Rawêjkarê serokomarê Rûsîyê ragihand ku pêwîst e sîyasetên Waşîngton li hemberî Moskovê jibo çêtirkirina peywendîyên di navbera her du alîyan da bên guhertin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Yorî Oşakov rawêjkarê Viladimîr Pûtîn serokomarê Ûrsêtê îro got ku niha Qesra Krêmlînê tu muzakireyek ligel Qesra Sipî tineye.
Rawêjkarê serokomarê Rûsîyê herwiha got: Di rewşa niha ya navbera Moskov û Waşîngtonê da tu muzakireyek li asta bilind ji wan têkildarî têkoşîna dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê û meseleyên aborîyê tineye.
Pûtîn û Trump serokomarên Rûsîya û Amerîkayê, bi dû gotûbêja telefonî ferman dan rawêjkarên xwe ku amadekarîyên hevdîtina her du serokan bikin lê, heta niha tu lihevkirinek di vî warî da pêk nehatîye.
Peywendîyên di navbera Waşîngton û Moskovê da, di dewra duyem a serokomarîya Barak Obama da sar bûn û derxistina 35 dîplomatên rûris ji alîyê dewleta Amerîkayê va, ev rewşa dijwartir kir.
Bi destpêbûna karê dewleta Donald Trump serokomarê Amerîkayê jî rewş neguherî û nakokîyên di navbera her du welatan têkildarî alûgurên dinyayê ji wan qeyrana Sûrîyê û ya Ukraynê hela jî didomin.