Pevçûn di navbera Polîs û dijberên serokkomariya Trump
Di encama pevçûna di navbera Polîsê Amerîka û dijberên serokkomariya Trump de li rêûrisma sondxwarina wî li bajarê Waşîngtonê du efserên polîs birîndar bûn û 95 kes jî hatine girtin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, ji zarê CNN`ê, pevçûna duh îniyê di navbera Polîsê Amerîka û dijberên serokkomariya Trump li rêûrisma sondxwarina wî li bajarê Waşîngton DC û li nîzikiya cihê birê ketina vê rêûrismê du efserên polîs birîndar bûn û 95 kes jî hatine girtn.
Hatiye ragihandin ku hinek ji xwenîşanderan camên dokanan dişkandin û xisar li erebeyên xelkê dixistin û butrî diavêtine aliyê polîsan.
Pîtêr Niyoşam serok polîsê Waşîngton DC`iyê jî got: Ji nav hezaran kesên nerazî ku meşekî aşitîxwazane birê xistibûn, tenê çend sed kesan dest bi reftarên fanatîk kirin.
polîsê Waşîngton Dî-Ciyê herwisa ragihand ku 95 nerazî hatine girtin bona girtina pîşiya reftarên fanatîk polîsê Amerîka ji ava kel û gaza îzotê istifade kiriye.
Donald Trump serokkomarê bijatî yê Emerîkayê tev hevjîna xwe Mêlanyayê derbasî nav koşak Sipî bû û ji aliyê Barak Obama û hevjîna wî hat pêşewazîkirin.
Li gorî van raporan, Obama tev Hevjîna xwe Mîşel xelatek ji Donald Trump û hevjîna wî Mêlanyayê wergirtin.
Eva li halekê ye ku pêştir beriya Koşka Sipî çûbû klîseya Sint Canê ku rê û resma serokkomarên berê yanê merasima duayê cih bîne.
Di eynî demê de, Co Bayden, alîkarê ewill ê Barak Obama jî li hewşa Koşka Sipî pêşewaziya Mayk Pêns alîkarê Donald Trump kir.
Di eynî demê de çavkaniyên nûçan ragihandin ku Corc Bûş kur jî li hewşa dervey kongirê tev hevjîna xwe hatiye dîtin.