Çile 20, 2017 18:39 Asia/Tehran
  • Lavrof: Muzakirên Astanê pêngaveke girîng jibo destpêkirina muzakirên pêşerojê li Jênêvê ne

Wezîrê karên derve yê Ûrsêtê li ser amadebûna Moskovê jibo destpêkirina gotûbêjeke kêrhatî ligel Waşîngtonê sekinî û got: Muzakirên Astanê pêngaveke girîng jibo destpêkirina muzakirên pêşerojê li Jênêvê ne.

Sêrgêyî Lavrof wezîrê karên derve yê Ûrsêtê di destpêka civîna muzakirên sîyasî yên welatên endamê Sazîya Hevkarîya Şanghayê got: Desteyên Şamê û neyarên wê yê hefteya bê li Astanê bicivin û em muzakirên Astanê pêngaveke girîng jibo destpêkirina dewra tê ya muzakirên Jênêvê jibo çareserkirina sîyasî û giştalî ya qeyrana Sûrîyê dizanin û muzakirên li bara Sûrîyê yê di destpêka Sibatê da bi awayekî berfiretir li Jênêvê bidomin.

Wezîrê karên derve yê Ûrsêtê pêkutî kir: Muzakirên Astanê divê roleke berbiçav li çareserkirina qeyrana Sûrîyê hebin û em hêvî dikin ku dewleta Trump nunerekî bişîne muzakirên Astanê.

Wezîrê karên derve yê Ûrsêtê herwiha got: Mirov dikare pêngavên erênî û kêrhatî li prosa pêkanîna aştîyê li Sûrîyê bibîne û hemî alî li bara pêwîstîya çareserkirina qeyrana Sûrîyê bi rêyên sîyasî û dîplomatîk ji wan gotûbêja netewî û li gorî biryarnamên Konseya Ewlehîyê hevdeng in.