Çile 20, 2017 09:40 Asia/Tehran
  • Dijberên Tramp ji niha va zextên xwe dest pê kirine

Hejmarek ji komarxwazên dijberê serokomarê bijartî yê Amerîkayê dil hene nameyeke servekirî ya din amade bikin ku têda ji siyaseta wî ya derveyî rexne dikin û hin şîret li warê siyaseta navneteweyî li wî dikin.

Li gorî rapora Tasnim News`ê, rojnameya Îsostiyaya çapa Moskoyê li raporekê nivîsî: Komek ji endamên bibandor ên Partiya Komarxwazan li Amerîkayê ku pêştir postên girîng di destê wan da bû li halê amadekirina nameyeke din a servekirî bo Donald Trampê serokomarê bijartî yê vî welatî ne ku têda ji siyasetên wî li bara hinek ji mijarên girîng li warê navneteweyî û siyaseta derveyî bi tundî rexne dikin.

Çaverêtî heye ku zêde ji sed siyasetvan vê nameyê wajo bikin ku di nava van kesan da rawêjkarê berê yê wezîrê karên derve, karzanên derecebilind ên wezareta karên derve û heta cîgirê berê yê rawêjkarê ewlehiya neteweyiya Amerîkayê jî tên dîtin.

Rayedarekî agah li navendên dîplomatîk ên amerîkî ji nûçegihanê Îsostiyayê ra gotiye ku komarxwazên ku li dijî siyasetên Donald Tramp in, ji niha va xwe ji bo bikaranîna vê rêbazê (Nivîsîna nameyên servekirî bo wî) û rexneya ji nêrînên wî amade kirine.

Li gorî gotina wî, van siyasetvanan dil hene ji vê riyê bala serokomarê teze bikişînin ser xwe û bi wî ra bidin zanîn ku li warê siyaseta navneteweyî gere bi wan ra bişêwire.