Çile 20, 2017 09:10 Asia/Tehran
  • Tramp di yekem roja xebata xwe serî li CIA`yê dide

Serokomarê teze yê Amerîkayê dil heye di yekem roja xwe ya karî berê xwe bide Saziya CIA`yê. Ciyê ku tawana alîkariya hilbijartinî ya Hekêrên ûris li dijî Tramp hat hilêxistin.

Li gorî rapora Fars News`ê, Donald Tramp serokomarê bijartî yê Amerîkayê dil heye di yekem roja xwe ya xebatê serî li nvendeke weşandina nûçeyên nerênî li dijî xwe bide.

Tramp berêvariya îro - înî - beşdarî rêûrisma sondxwarinê dibe û piştî wê dê wek serokkomarê Amerîkayê bê naskirin.

Wisa ku yek ji rayedarên tîma veguhestina desthilatdariyê ji Reuters`ê ra gotiye, Donald Tramp di yekem roja xwe ya karî wê berê xwe bide navenda sereke ya Saziya Istixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) ku 8 maylan wêdatirê li navçeya Lengliyê ye.

CIA`yê di heyama rikeberiyên hilbijartinê bi weşandina belgeyên hewildana hekêrên ûris ji bo pêkanîna nakokî û kêşeyan li hilbijartina Amerîkayê li ser xêra Tramp, derbeke ciddî li kesayetiya wî xist.

Hîn diyar nîne ku gelo ev kiryara CIA`yê û ajanên têkildarî vê dosyeyê li seredana roja şemiyê ya Tramp dikevin ber lêpirsînê an na.