Mûşekên Balestîk yên Kureya bakurî çûne ser doşika avêtinê
Çavkaniyên eskerî yên kureya başûrî îdia kirin mûşekên Balestîk ên Kureya bakurî çûne ser doşikên avêtinê.
Li gorî rapora roja pênşemiyê ya IRNAyê, çavkaniyên agehdar ji artêşa Kureya başûrî ragihandin hin lêzanîn li bara mûşekên Balistîk ên Kureya bakurî eşkere bûye ku muhtemel e beşek ji stratejiya Kureya bakurî li hember dewleta nû ya Emerîkayê bi serokatiya Donald Trump e.
Di eynî demê de rapora roja pênşemiyê ya kovara South Chinayê ji Hong Kungê jî nîşan dide ku Kureya bakurî mûşekên nû yên Balistîk nasiyar bi ICBM yên xwe ku dirêjahiya wna bi qasî 15 mêtran hatiye texmînkirin çûne ser doşika avêtinê, ku li her dem û cihekê ku ew welata bixweze bên avêtin.
Wezarta karên derve ya Kureya bakurî ragihand ev welata her wexta ku rêberê wê fermanê bide dê mûşeka Balistîk, bavêje.
Yonhap, ajansa Kureya başûrî pêştir li bara hitmala avêtina van mûşekana hevgavê birêvebirina mersima sondxwarinê ya Trump serokkomarê bijartî yê Emerîkayê agahî dabû.
Merasima sondxwarinê ya Trump sibê tê li dar xistin. Li gorî hin raporan Kureya bakurî renge xebata hêzgeha navokî ya Yong Biyonê ku têde polotonyuma çek û sîlehan tê berhemanîn, destpê kiribe.