Çile 19, 2017 12:29 Asia/Tehran
  • Li dijî kampa leşkerî ya Maliyê êrişa bombeyî: 60 kuştî û 115 birîndar

Hat ragihandin ku di êrişa wesayîta bombebarkirî ya li dijî kampa leşkerî ya Maliyê de 60 kes hatin kuştin û 115 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ragihandina IRIB Newsê, Serokê Dewleta Maliyê İbrahim Keita di daxuyaniya xwe ya ji bo êrişê duhî ya terorî de ragihand ku di êrişa li dijî kampa leşkerî de 60 kesî jiyana xwe ji dest da.

Serokê Dewleta Maliyê İbrahim Keita di axaftina xwe ya banga neteweyî ya televîzyona dewletê de got: "Di êrişa bi wesayîta bombebarkirî ya li dijî kampa leşkerî ya li bajarê Gaoyê 60 kes hatin kuştin û 115 kes jî birîndar bûn. Dibe hejmara miriyan zêdetir bibe, lê bila were zanîn ku em ê ji binê her barê giran rabin û dijminê xwe têk bibin."

Ji aliyê din ve duhî çavkaniyekî leşkerî ku nexwest navê xwe eşkere bike ragihandibû ku êrişa wesayîta bombebarkirî di dema guherandina notirvaniya leşkeran de pêk hat, di encamê de 35 leşker hatin kuştin û herî kêm 60 leşker jî birîndar bûn. Piştî êrişê li seranserê welat 3 roj Şîna Neteweyî hat ragihandin.

Li gorî zanyariyên berdest êrişa bombeyî baskê El Qaîde yê Mexrîb El-Murabîtun girte serxwe û êriş ji bo hevkariya Maliyê bi Fransayê re pêk aniye.