Lavrov: Dewleta nû ya Emerîkayê dikare li muzakirên Astanê beşdar be
Wezîrê karên derve y Rûiyê hitmala beşdariya Emerîkayê li muzakirên Astanê red nekir.
Li gorî rapor Tesnîm Newsê, û ji zarê Rûssia El-Yewmê, Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê got ku nunerên dewleta nû ya Emerîkayê bi serokatiya Donald Trump dikarin li muzakirên Astanê ku biryar e roja 23 Çillê bê lidarxistin beşdar bibin .
lavrov li civîna rojnamevaniyê ya hevpar tev Sibastiyen Korts wezîrê karên derve yê Otrîşê got ku Moskowa dijberê beşdariya muhmed Elûş serokê çiqa siaysî yê Ceyş Ul-Îslamê li muzakirtên Astanê nîne.
Wî diyar kir ku hemî grûpên çekdar ên sûrî ku tevlî agirbesa Sûriyê bûne bo muzakirên AStanê hatien vexwendinê.
Lavrov got ku kesên ku endamê taxiam neyarên Sûriyê li muzakirên Astanê ne ew kes in ku 29 Kanûnê hevhatina agirbesê îmze kirine.
wî tekez kir her grûpa ku grêdayî bi DAIŞê an En-Nusreyê nîne dikare tevlî agirbesa 29 kanûnêî bibe û em gişt grûpên hanê vedixwînine civînê.
Muzakirên Astanê navbera dewleat Sûriyê û neyaran bi mazûvaniya dwleta Qezaqistanê û bi çavdêriya Rûsiyê, Komara Îslamî ya Îran û Tirkiyê, 4 û 5 meha Behmena îsal li bajarê AStanê tê li dar xistin.
Armanca vê civînê pêkanîna rewşê jibo çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê ji riya gotûbêjên cidî navbera dewletê û neyarên Sûriyê ye.