Çile 18, 2017 18:33 Asia/Tehran
  •  Bi hezaran ewrûpî tevlî DAIŞ`ê bûne

Serokê yekîna hevdengiya rawestana li ber terorîzmê li Fransayê ragihand nêzîkî 3 hezar ewrûpî ji wan 700 fransî tevlî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê bûne.

 Li gorî rapora El-Alamê, Loyîk Garniyê, serokê yekîna hevdengiya rawestana  li ber terorîzmê li Fransayê ragihand li gorî raporan, hejmara fransî an welatiyên fransî yên endamê DAIŞê nêzkî 700 kesan bûn ku 232 kes ji wan hatine kuştin. 

Harniyê tekez kir li sala 2015an  nêzîkî 30 hezar biyanî tevlî DAIŞê bûne ku ev reqema niha gihêştiye 12 hezar kesî ku ji nav wan 3 hezar kes ewrûpî ne.

 Li gorî vê raporê, nêzkî 200 kes ku niha li Fransayê jiyan dikin li Sûriye û Iraqê endamê vê komê bûne û li kêleka  wê şêr kiribûn.

 Li gorî raporên  ewlehiyê li Ewrûpayê, sedî 50 yê welatiyên  terorîst ên welatên ewrûpî ku endamên DAIŞê ne hîn li navçên pevçûnê de ne û sedî 30 yê wan vegeriyane Ewrûpayê.

Fukar û dilgiraniya  welatên ewrûpî ji vegeriyana  terorîstan li halekê ye ku  ev welat û hevpeymanên wan ji destpêka  qeyranê li Sûriyê bi piştgiriya ji neyarên çekdar ên dewleta qanûnî ya vî welatî,  rewşê jibo bidesthilatbûna  grûpên terorîstî xweş kirine û   rê li ber sefera welatiyên xwe bo endametiya  van grûpana li Sûriyê û Iraqê negirtin.