Kanûn 07, 2016 10:45 Asia/Tehran
  • Fukara Biljîkê li bara zêdebûna nêrînên popolîstî li Ewropayê

Dewleta Biljîkê nigeraniya xwe ji zêdebûna nêrînên popolîstî li vî welatî û li asta Ewropayê diyar kir.

Li gorî nivîsîna roja çarşemiyê ya malpera biljîkî ya Losowarê, Dîdiye Rîndêrz wezîrê karên derve yê Biljîkê li hevpeyivîna digel vê kovarê da got: Li Biljîkê bi taybet li navçeya fransî ziman a Waloniyê zêdebûna nêrînên popolîstî û bereyên çep ên zêdegav baş tê xûyanê.

Vî rayedarê biljîkî her viha got: Vê dawiyê partiya Çepgir a Kar ya Biljîkê (PTB) gellek çalak bûye û tevî birêxistina civînên li pey hev hewl didie ku bala raya giştî bikişîne.

Wezîrê karên derve yê Biljîkê bal kişande ser sefera xwe ya pêşerojê bo Amerîkayê hevrê digel serokên 130 kompaniyên biljîkî û got: Ewropa û Amerîkayê pirsgirêkên xwe yên hevpar ji wan qeyrana aborî û qeyrana penaxwazan hene.

Dewleta Biljîkê ku ji rexnekirên serketina Donald Tramp serokomarê bijartî yê Amerîkayê ye, bi berxwegirtina nêrîneke teze hewil dide ku digel vî welatî hevkariyê bike.

Serketina Donald Tramp li hilbijartina 8`ê Mijdara 2016`an li Amerîkayê tûşî pêşwaziya bereyên zêdegav li Ewropayê bûye û dewletên ewropî nigeran in ku gel zêdetir berê xwe bidin van bereyan.