Cotmeh 27, 2016 21:19 Asia/Tehran
  • Xelata Saxarov a 2016`an dane du jinên êzdî yên iraqî

Parlimana Ewropayê xelata Saxarov a 2016`an ji bo du jinên êzdî yên iraqî terxan kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransayê, çavkaniyên ewropî ragihandin ku parlimanan ewropayê roja pêncşemiyê du jinên êzdî yên iraqî ku ji destê DAIŞ`ê canê xwe filitandin wek xwedana xelata Saxarof a 2016`ê ya xwe ku ``Ji bo Azadiya Ramanê`` tê dayîn, biajrtin.

Nadiya Murad û Lamiya Hacî Bişar piştî wiya ku wek b hezaran jinlên ciwan hatin revandin û bûne koleyên cinsî û ketin nav kabûsan, bûne kesayetiyên berevaniya li civata êzdiyan.

Xelata Saxarofê ji bo Azadiya Ramanê ku bi navê Andrê Saxarov zanyar û nerazî û dijberê Suviyetê hatiye danîn, di kanûna sala 1988`an da ji aliyê parlimana Ewropayê hatiye damezirandin.

Ev xelata nîşanek e ku bo kes an saziyên ku jiyana xwe wexmî berevaniya Mafên Mirovan û Azadiya Ramanê dikin, tê xelatkirin.

Lîsteya berendaman ji aliyê komîteyên karên derve û geşepêdanê tên diyarkirin û kesên ku ji bo wergirtina vê xelatê hêja bên zanîn di meha Mijdarê da tên xelatkirin.

Xelata Saxarof ji sala 2010`ann va hevrê digel xelata diravî ya 50000 Euro`yî bûye.