Cotmeh 27, 2016 19:27 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana xelkê Fîlîpînê dijî hizûra eskerî ya Amerîka li vî welatî

Bi hezaran kes ji xelkê Fîlîpînê dijî hizûra eskerî ya Amerîka li welatê xwe xwenîşandanekî berfireh birê xistin.

Li gor rapora IRIB News`ê , piştî gotinên Rudrîgo Dutirte serokkomarê Fîlîpînê ku destnîşan kir pêwîste hêzên eskerî yên Amerîka ji nav axa vî welatî bêne derxistin, bi hezaran kes ji xelkê vî welatî dijî hizûra eskerî ya Amerîka li welatê xwe îro pêncşemê xwenîşandanekî berfireh birê xistin.

Xwenîşanderan ji dewleta Amerîka xwestin ku her çi zûtirkê eskerên xwe ji nav Fîlîpînê derxîne.

Bi sedan kes ji polîs û memûrên ewlehiya Fîlîpînê bona parastina xelkê xwenîşander hevrêtiya van xelkê nerazî dikirin.

Piştî peydabûna kirîzên vê dawiyê di navbera Amerîka û Fîlîpînê, dewleta vî welatî biryar girtiye ku hinek ji hevkariyên xwe yên eskerî tev Waşîngtonê qut bike.

Kirîza navbera Fîlîpînê û Amerîka piştî xwetêkeliyên Amerîka li hemberî reftara dewleta Fîlîpînê derheq qaçaxçiyên madên narkotîk şîdet peyda kir.