Cotmeh 26, 2016 08:27 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî ingilîsî: Hebûna peywendîya Ewropayê ligel Îranê pêwîst e

Nunerê Ingilîsê li Parlimana Ewropayê got: Peywendîyên Îranê û YE`yê jibo kutakirina şerên Sûrîye û Yemenê pêwîst in.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Rîçard Hoyt nunerê Ingilîsê li Parlimana Ewropayê got: Peywendîyên YE`yê ligel Îranê bilî ku ser xêra her du alîyan in, jibo kutakirina şerên li Rojhilata Navînê jî pêwîst in.

Rîçar Hoyt piştî civîna Parlimana Ewropayê jibo dengwergirtina têkildarî istiratêjîya YE`yê li hemberî Îranê pêkutî kir, Rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê serketinek jibo dîplomasîya Ewropayê tê hesêb.

Nunerê Ingilîsê li Parlimana Ewropayê li ser pêwîstîya pêbendîya ewropîyan li sozên têkildarî rêkeitnama navokî ya ligel Komara Islamî ya Îranê sekinî.

Parlimana Ewropayê duh biryarnama ser navê `` istiratêjîya YE`yê li hemberî Îranê piştî rêketinama navokî`` bi dû asayîkirina û berfirekrina peywendîyên demdirêj bi Komara Islamî ya Îranê ra ye.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê jî di vî warî da pêkutî kir ku tu garantîya cihanîna biryarnamên Parlimana Ewropayê tine lê divê ew helwesteke kêrhatî û li gorî rastbînîyê bigihînin.