Îlon 27, 2016 20:27 Asia/Tehran
  • Rûsya dibêje ku ewlehiya hewayî ya derya Norwêjê nexistiye ber metirsiyê

Berdevkê wezareta berevaniya Rûsyayê, raporên li ser vê yekê ku bombavêjên vî welatî pêncşema buhurî bi vemirandina sîstemên xwe yên radiyoyî, bi awayekî bi taluke li nêzîkatiya ceteka rêwîhilgir a îslandî firîne, red kir.

Li gorî rapora Assocciated Press`ê, Îgor Knaşênkov, berdevkê wezareta berevaniya Rûsyê roja sêşemê ragihand bombavêjên Tu-160`an a rûsî li dûratiyeka bi ewleh ji balkafirên rêwîhilgir difiriyan û sîstemên xwe yên radiyoyî ya şandina peyaman jî vêxistibûn.

Vî berdevkî, herwiha got ku van bombavêjan hevrêtiya cetên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakûr (NATO) dikirin.

Knaşênkov, ev raporan beşek ji hewldanên ku li Ewropayê bona tirsandina ji Rûsyayê tên kirin da zanîn.

li dema kêşeyên di navbera welatên rojavayî û Rûsyê, Amerîka û hevgirtiyên wê yên li NATO`yê, çend caran bi dû hev ragihandine ku balafirên cengî yên Rûsyayê, gef li ewlehiya hewayî dixwen.