Îlon 26, 2016 20:55 Asia/Tehran
  • Rexneya karzanê amerîkî ji sozên ku Trump dide siyonîstan

Karzanê siyasî yên amerîkî sozên ku berbijarê Komarîxwazan li hilbijartina serokomariya vî welatî dide Rejîma Siyonîstî bi şîdet rexne kirin.

Li gor rapora televîzyona Press TV`yê, Rîçard Sîlverastîn karzanê siyasî yê amerîkî li bara soza ku Trump daye siyonîstan ku eger ew bibe serokomarê Amerîkayê dê Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîstî bide nasandinê got: Donald Trump bi van cure sozên xwe nîşan da ku kirêgirtiyê lobiya Îsrayîlê li Amerîkayê ye û Trump biê van gotinan dil heye pêş hilbijartina serokomariya Amerîkayê parûpişkên siyasî ji lobiya îsrayîlî li nav Amerîka bistîne.

Rîçard Sîlvêrastîn destnîşan kir; Trump ji hizûra Binyamîn Netanyahu li Newyorkê behre girt û bi wî va hevdîtin pêk anî ta ku li vê barê ji reqîba xwe Hîlarî Kilînton paşda nekeve.

Rîçard Sîlvêrastîn got: Trump ji propagandeya medyayî bi berfirehî behre digre û qet bo wî meselên siyasî, dîplomatîk û qayde û qirarên navnetewî girîng nîne ji ber ku ev cure sozên ku Trump dide dijî qayde û qirarên navnetewî ye.

Wî got: Eva ku Trump bixwaze Quds`ê wekî paytexta Îsrayîl bide nasandinê hem dijî qayde û qirarên navnetewî ye û hem jî welatên cîhanê dijî vê gotina Trump in.

Wî got; Van cure gotinên Trump nîşana aloziya bîrûbawerên wî li van propagandeyên hilbijartinê ne û dewama van gotinan dê bibe sebeba çêbûna aloziyan.