Tebax 30, 2016 16:35 Asia/Tehran
  • Komîsêrekî ewropî: Tirkîye di dema Erdogîn da tevlî YE`yê nabe

Komîserê Civak û Aborîya Dîcîtal a Ewropayê ragihand ku li gorî ihtimaleke zêde, Tirkîye heta dema ku Receb Teyîb Erdogan serokomarê vî welatî nabe, nikare bibe endamê YE`yê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Tirkîyê muzakirên endametîya li YE`yê ji sala 2005`ê va destpê kirine lê heta niha pêşketineke berbiçav li muzakirên hanê tunebûye.

Di vê çarçovê da, Goêntêr Otîngêr, komîserê Civak û Aborîya Dîcîtal a Ewropayê li hevpevîna tev rojnama Bild a Almanîyayê got: Di rewşa niha da endametîya Tirkîyê li YE`yê nerast e, renge di dehsalîyên pêşda pêkan be.

Çend rojan berî niha, Zîgmar Gabrîyêl, alîkarê serokwezîra Almanîyayê jî got ku endametîya Tirkîyê li YE`yê di pêşerojeke nêzîk da nepêkan e.

Umer Çelîk wezîrê karên YE`yê yê Tirkîyê li hemberî vê gotina alîkarê serokwezîra Almanîyayê bertek nîşan da û li rûpela xwe ya Tiwîterê nivîsî: Gotinên ku li gorî pîvaneke kifş nayên hilêxistinê, nikarin rengdana helwesta YE`yê li bara Tirkîyê bin.

Wezîrê karên YE`yê yê Tirkîyê herviha got: Nêrîn û gotinên bi vî rengî yê YE`yê bêxin ber xeterên cidî.

Wî hervisan got: YE`yê divê destpêkê meseleya tirsandina ji islamê çareser bike.