Tebax 24, 2016 16:20 Asia/Tehran
  • Hejmara kuştiyên erdheja Îtalyayê gihêşt 75 kesan

Di encama erdheja bihêz a ku vê sibê navça Norçayê ya Îtalyayê hejand da heya niha herîkêm 75 kes hatine kuştin.

 Li gorî rapora  Fars Newsê,  vê sibê erdhejeke 6.2 rîşterî bajarê Norçayê li navenda Îtalyayê hejand.

 Li halekê ku  îro li sietên destpêka bûyerê hejmara kuştiyan bi dehan  kes hatibû ragihandin, ji ber  şidyayîbûna tevna  vê navçê û hêza erdhejê hejmara  kuştiyan  hêdîhêdî zêdetir bibe.

 Li gorî amaran heya niha 38 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

 Dayira  lêhişyarbûna medenî ya Îtalyayê bi ragihandina  vê amarê li bara  hitmala zêdebûna hejmara kuştiyan agahî daye.

 Tê gotin ku xelkê bajarê Romaya Îtalyyaê jî ji ber giranîya vê erdhejê hesta hejîyanê kirine. Serciyo Pîrotsî şaredarê bajarê Amatrîsê li parzêgeha  Rîtiyê jî gotiye ku li vî bajarî jî pir kes bin kavil û kelefeyan da mane û iliktrîka  nîva avahiyên bajêr qut bûye.