Jul 13, 2019 17:17 Asia/Tehran
  • Êlekreş jî daketin kolanên Parîsê

Bi sedan kes ji penaberên afrîqî yên navsyar bi Êlekreş bi xwenîşandana li Parîsê daxwaza wergirtina belgeyên qanûnî jibo mayîna li Fransayê kirin.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Derdroa 300 kes ji penaxwazên afrîqî li Fransayê ku navê Êlekreş li xwe kirine, roja Îniyê bi nîşana nerazîtiyê derketin kolanên Parîsê.

Ev penaxwaz ku pirranî ji welatên rojavaya Afrîqayê ne, daxwaza wergirtina belgeyên lazim jibo mayîna li Fransayê dikin.

Hevdîtina bi Serokwezîrê Fransayê Êdwar Fîlîp (Edouard Philippe) û axaftina li bara rewşa wan a mayînê ji xwestekên din ên penaberan bûn.

Di vê xwenîşandanê da, penaxwaz bi amadebûna li Pantêonê (‏‎Panthéon) ku gora kesin mîna Vîktor Hugo û Êmîl Zola (Émile Zola) ye, xwe wek kesin bênavûnîşan ji hêla Fransayê va dan zanîn ku ne belgeyên wan ên qanûnî hene û ne jî dengê wan tê bihîstin.

Xwenîşandana Êlekreşan li Fransayê di bin bandora Êlekzerên Fransayê de destpê bûye.

Tevgera nerazîbûnê ya Êlekzerên Fransayê ji 17`ê Mijdara 2018`an va bi nîşana nerazîtiya li hemberî biryara dewletê ya zêdekirina bihayê ardûyê û kêmkirina bac û xeraca li ser zengînên civakê dest pê bû, lê hêdî hêdî daxwazên wan zêdet bûn.

 

Nêrîn