Feb 11, 2019 17:26 Asia/Tehran
  •  Lidarxistina muzakirên bê encam ên ticarî yên Çîn û Emerîkayê li Pikenê

Dewra nû ya muzakirên ticarî yên Çîn û Emerîkayê bê encam li Pikenê bi dawî hat.

Li gorî rapora IRNA`yê, televîzyona Fonîks a Çînê roja duşemiyê raghand ku muzakirên ticarî yên Çîn û Emerîkayê li asta  alîkarê wezîrên ticaret û bazirganî û xizînedariya hat lidarxistin û biryar e ev muzakire li asta  jortir li rojên pêncşem û îniya vê heftiyê li Pikenê bidomin

 Alîkarê wezîrê ticaret û bazirganî û xizînedariyê yê  Çînê û Emerîkayê îro duşemiyê nexwstin ku bi nûçegîhanan re gotûbêjê bikin.

 Donald  Trump û Şî Cîn Pîng serokkomarên Emerîkayê û Çînê midehek berî niha li hev kirin ku cihanîna teirifeyên  gumrukê bo 90 rojan ku ji yekê Kanûna 2018` an ve destpê bû, rawestînin.

 Ev moleta sê mehî bona çareserkirina pirsgirêkên ticarî yên her welatan û bidestxistina hevhatina mayînde li 1 Adara 2019`an kuta dibe.

 Danûstandina ticarî ya Emerîka û Çînê  piştî biryara  Donald Trump derheq zêdekirina teirifa gumrukê ji wan pola û Alûmiyona ji Çînê kirryayî ji 8 Adara 2018`an destpê bû û her du welatan heya niha ser nêzîkî 300 milyar dular ji kelûmelên hev teirifên gumrukê kivş kirine.