• Rûsye:

Tevî ragihandina Amerîkayê bona rawestandina Peymana Hêzên Navokî yên Navînmenzil, wezareta karên derve ya Rûsyê ji sozdariya xwe ya tam a li hember vê peymanê agahî da.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xîn Huayê, wezareta karên derve ya Rûsyê, Sêşemiyê bi şev ragihand ku Moskova bi awayekî tam sozdarê Peymana Hêzên Navokî yên Navînmenzil (INF) e.

Li gorî vê raporê, rayedarên Rûsyê bi caran gotine ku derketina muhtemel a Amerîkayê ji vê peymanê, wê hemî dinyayê bixe nav rikeberiyeka bi çekan.

Rûsiyê her wiha destnîşan kir ku Amade ye ku her cure pirsgirêkekê bona cihanîna vê peymanê bi Amerîkayê re ji holê rake.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, midehekê beriya niha Rûsiye tawanbar kir ku peymana Hêzên Navokî yên Navînmenzil binpê kiriye û gef xwer ku welatê wî yê ji vê peymanê derkeve.

Mayk Pompêo (Mike Pompeo), wezîrê karên derve yê Amerîkayê jî roja Sêşemiyê ragihand: "Waşîngton wê bo mideha 60 rojan pêbendiya li Peymana Hêzên Navokî yên Navînmenzil bide sekinandin ta ku Moskova di vê midehê de sozdariya xwe ya di pratîkê de nîşanî wan bide ma ne wê ji wê peymanê derkeve".

Peymana Hêzên Navokî yên Navînmenzil li deheya 1980`an û li dewra ser navê ji holêrakirina kêşeyan li şerrê sar ê di navbera Soviyeta berê û Amerîkayê de û li dema Ronald Rêygan (Ronald Reagan) û Mîxaîl Gorbaçov (Mikhail Gorbachev), serokomarên wê demê yên her du welatan hate girêdan.

Dec 05, 2018 17:34 Asia/Tehran