•  Rayedarê NY daxwaza lêkolîna li bara karesatên Miyanmarê kir

Alîkarê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji dewleta Miyanmarê xwest ku bila îzna lêkolîna li bara karesata vê dawiyê li vî welatî bidine alîkarê sekreterê giştî yê NY.

 Li gorî rapora nûçegîhanê IRNA`yê,  Mîroslaw Yança alîkarê sekreterê giştî yê NY li civîna ku roja sêşemiyê li Konseya Ewlehiyê hat lidarxistin, diyar kir: Giring  e ku  giringiyê bidine qayîde û qirarên mafên mirovan ên NY.

 Wî got: Em dilgiranê pevçûnên Taçîn û Şana bakurî ne û ev  kêşe pêşiya  xebatên ji bo aramkirina rewşê girtine.

  Mîroslaw Yança alîkarê sekreterê giştî yê NY her wiha diyar kir: Li  Raxînê, dewleta Miyanmarê rewş bi sînor kiriye û îmkana  şandina  alîkariyên însanî  kêmtir e. Yança her wiha  bal kişand ser girtina  du nûçegîhanên  Reutersê û ji berpirsên  Miyanmarê xwest ku  bi zûtirkê wana zad bikin. Wî got ku Reutersê dastana  karesata Miyanmarê û îdamkirina  10 kesan  li parêzgeha  Raxînê weşandiye û pêwîst e hemî rêzê ji azadiya axiftinê û azadiya  lêzanînan bigrin.

 

 

Feb 13, 2018 21:04 Asia/Tehran