•  Rayeadrekî rûs rola medyayên rojavayî li aloziyên vê dawiyê yên Îranê eşkere kir

Rayedarê rûs destnîşan kir ku medya rojava li aloziyên vê adwiyê yên Îranê, xelk bi kiryarên tund û tûjane han dan.

 li gorî rapora  ajansa nûçana  Tasê, Lewan Cagaryan, balyozê Rûsiyê li Têhranê bal kişand ser rola hander a medya li dijî îranî ya biyanî li aloziyên  çend hefteyan berî niha  ya vî welatî û got: Li van aloziyan hin medyayê mîna  BBC farsî, beşa farsî ya  VOA û malperên înternetê yên koma  nasiyar bi Mucahidînê Xelq ku Îran wê weke koma terorîstî dizane,  rola hander hebûne.

 Li gorî rapora Cagariyan, medya hanê hewl didan agirê aloziyan gurr bikin û neraziyan ber bi  pevçûnên  tundû tûjane û heta çekdariyê bikşînin.

Dawiya Knaûna 2017an  li çend bajaran bi lidarxistina kombûnan û qêrîna durişman nerazîbûna xwe li hemberî kifşnekirina çarenûsa sermîyana wan a li hin navendên bankî û darayîyê û jordaçûna bihaya hin kel û melan û lawazîya çavdêrîya dewletê ser van babetana nîşan dan lê kesên bi dû firsendê û ajawegêr ku hin welatên rojavayî û ereb û Rêjîma Sîyonîst pişta wan digirin, kombûna biaştî ya gel veguhertin alozî û tevlihevîyê. 

 

Feb 12, 2018 18:31 Asia/Tehran