• Navendeka mezin a çêkirina mayînan li bajarê Xeznî ya Efxanistanê hate dîtin

Fermandeyê polîsê Xeznî li rojhilarta Efxanistanê ji keşifkirina navendeka mezin a çêkirina mayînan a koma Taliban li bajarê Xeznî ya Efxanistanê agahî da.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a AVA`yê, general Zeman, fermandeyê polîsê Xeznî li rojhilata Efxanistanê, roja pêncşemiyê li hevpeyvîna bi nûçegîhanan got: Karistaneka çêkirina mayînan a Koma Taliban, ji aliyê hêzên ewlehî û polîsê Efxanistanê ve hate keşifkirin.

Wî herwiha got: Li vê navendê gelek mayînên mêxnatîsî, madeyên teqandinê û çek û rext keşif û zevt bûn.

Du mehan berî niha jî hêzên ewlehiyê yên Xeznî, karîn weşartgeheka çek û rextan a Taliban li goristaneka li vî bajarî keşif bikin.

Dec 07, 2017 18:36 Asia/Tehran