• Lavrov: Divê hemî alî wek Îranê pêbendê rêketinama navokî bin

Wezîrê karên derve yê Ûrsêtê pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê tam pêbendê rêketinama navokî ya digel Koma 5+1`ê bûye.

Sergey Lavrov şeva buhurî bereberê axavtina Donald Trump serokomarê Amerîkayê têkildarî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê, li gotûbêjeke têlêfonî digel Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Amerîkayê got ku divê hemî alî wek Îranê pêbendê vê rêketinama navnetewî bin.

Qesra Sipî şeva buhurî ragihand ku Donald Trump serokomarê Amerîkayê yê roja înîyê ango îro helwesta xwe têkildarî rêketinama navokî ragihîne.

Dewleta Amerîkayê li gorî qanûnên navxweyî yên vî welatî divê her 90 rojî carekê raporekê têkildarî pêbendîbûna Îranê li sozên xwe yên di çarçova rêketinama navokî de raberî Kongira wî welatî bike. Trump ji bo raberkirina wê raporê, heta 15`ê Cotmehê mecal heye.

Mêdyayên rojavayî ragihandin ku diqewime Trump li wê raporê pêbendîya Îranê li rêketinama navokî erê neke.

Heke serokomarê Amerîkayê ragihîne ku Îran pêbendê rêketinama navokî nebûye, Kongireya vî welatî yê 60 roj derfet hebe ku têkildarî sepandina dubare ya boykotên ku cihanîna wan ji ber rêketinama navokî hatîye sekinandinê, biryarê bide. Heke Kongire dengê Erê bide vegerandina boykotan, Amerka yê ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê vekişe.

Oct 13, 2017 11:15 Asia/Tehran