Zêde ji 150 zarokên koçberên ber bi Ewrûpayê va li Deryaya Medîteranê canê xwe ji dest dan.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransayê, sindûqa zarokên Neteweyên Yekgirtî, UNICEF`ê, roja îniyê li raporekê ragihand ku li sê mehên destpêka sala 2017`an da, şêr û qeyranên  aboriyê bi taybet li parezemîna Efrîqa û Rojhilata  Navînê bûn sedem ku zêde ji 150 zarokên  li halê koçberiya ber bi Ewrûpayê va ji riya Deryaya Medîteranê, canê xwe ji dest bidin. 

 Li gorî vê raporê, Ji destpêka sala 2017`an heya niha, 37 hezar welatiyên  Rojhilata Navîn û Efrîqayê tenê ji riya deryayê penaberî Îtalyayê bûne ku sedî 30 ji wan zarok bûne.

 Li gorî raporên fermî ji despêka Çilleyê ve 849 koçber li deryaya Medîteranê  xendiqîne.

Li gorî rapora UNICEF`ê jin û zarokên aware û penaber ku ji welatên bakurê Efrîqayê riya bitalûke a Medîteranê jibo çûyîna bo Îtalyayê digrin ber xwe, piranî dibin goriyê tundûtûjî, bedreftariyên curbicur.

Apr 21, 2017 16:08 Asia/Tehran