Çile 13, 2021 23:06 Asia/Tehran
  • Parlementoya Amerîkayê mijara tawanbarkirina Trump û îstîzahkirina wî nîqaş dike

​​​​​​​Parlementoya Anerîkayê mijara tawanbarkirin û îstîzahkirina serokomar Amerîkayê Donald Trump bi sûca sorkirina êrişa li dijî Capitol nîqaş dike

Tê payîn ku parlementoyê destpêkê rêgezên taybet ên nîqaşê hilbijêre. Heke werin erêkirin dê rê li pêşiya erêkirina benda hesabxwestinê veke. Li gorî wê dê Trump bi sorkirina êrişan were tawanbarkirin.

Li gorî AFP`ê, Jim McGovern endamê meclisa nûneran a Amerîkayê îro li rûniştina alîgir û neyarên îstîzahkirina Trump li Kongresê herqas Trump zêde li Koşka Spî bimîne, azadiya welatê me pirtir dikeve metirsiyê.

Li gor AFP`ê, tê payîn ku derdora saet di 15:00`an de anku saet 20:00`an li gorî GMT dengdayîn di parlementoyê de pêk were.

Di encamê de dê girtekên dûrxistina serokê 45`an ê Amerîkayêyê bi awayekî fermî werin girtin. Bi vê yekê Trump dê bibe serokê yekemîn ku du caran di Kongresê de tê tawanbarkirin û îstîzahkirin.

Serepeyv