Çile 13, 2021 08:13 Asia/Tehran
  • Li Endonezyayê bi mezinahiya 7,5 rîşteran erdhej

Li Endonezyayê bi mezinahiya 5.7 dereceya pêlên hejîna erdê ji hundir ve (rîşter) erdhejek pêk hat.

Ajansa nûçeyan a Reutersê ji zarê Navenda Lêkolîna Erdhejê ya Alman ragihand ku ev erdhej li devera Îriyan Caya  (Irian Jaya) ya Endonezyayê qewmiye ku navenda wê 10 km di binê erdê de bûye.

Hîn derbarê kuştî û birîndarên vê erdhejê û xisarên wê yên malî ti agahiyek bi dest neketiye.

Li Endonezyayê ji ber ku li "kembera agir" cîh digire û nêzîkê 130 volkanên wê hene û di cîhanê de yek ji sê herêmên erdhejê ye.

Serepeyv