Mijdar 20, 2020 23:40 Asia/Tehran
  • Artêşa Azerbaycanê piştî 27 salan ket Axdamê

Wezareta Berevaniya Komara Azerbaycanê îro ragihand, artêşa wî welatî îro piştî 27 saln û di çarçoveya rêkeftina aştiyê ya li gel Ermenistanê de, derbasî navçeya Axdamê li herêma Nagorno Qerebaxê bû.

Li gor daxuyaniya ku Wezareta Berevaniya Azerbeycanê belav kiriye, di çarçoveya rêkeftina agirbestê ya ku bi serpireştiya Rûsyayê di navbera Komara Azerbeycan û Ermenistanê da hat îmzekirin, hêzên Komara Azerbeycanê îro 20ê Mijdarê ketin bajarê Axdamê.

Serokomarê Azerbaycanê, Îlham Aliyev jî bi minasibeta radestkirina navçeya Axdamê ji aliyê Ermenistanê ve gotarek pêşkêşî welatiyên xwe kir û têde ragihand: “Ji dil ve pîrozbahiyê li tevahiya niştecihên Axdamê dikim. Niştecihên ezîz ên Axdamê, hûn êdî penaber nînin.”

Nêzî ji sedî 77ê bajarê Agdamê di sala 1993an da ji aliyê Ermenistanê va hatibû kontrolkirin û 27 sal bû ku di kontrola hêzên Ermenî de bû û ji aliyê Rêveberiya Herêma Nagorno Qerebaxê ku Ermenî jê re Artsax dibêjin, dihat birêvebirin.

Li gor rêkeftina sê alî ya di navbera Rûsya, Komara Azerbaycan û Ermenistanê de, hatibû diyarkirin ku heta 20ê Mijdarê, hêzên Ermenî wê navçeyê vala bikin û radestî Azerbaycanê bikin.

Her li gor heman rêkeftinê, divê Ermenistan ji navçeya Kelbajar (Kelbecer) û Laçînê jî vekişe û wan navçeyan radestî Komara Azerbaycanê bike. Biryar bû roja 15ê vê mehê (Mijdar), hêzên Ermenistanê ji Kelbecarê vekişin, lê ji bo ku niştecihên Ermenî bikarin kelûpelên xwe veguhêzin, Ermenistanê 10 rojên din molet daye Ermenistanê.

Ji bilî korîdora Laçînê ku bi kûrahiya 5 kîlometran dibe û herêma Nagorno Qerebaxê bi axa Ermenistanê ve girê dide û hêzên aştîparêz ên Rûsya ewlehiya wê diparêzin, biryar e di 1ê Kanûnê de Ermenistanê Laçînê jî radestî hêzên Azerbaycanê bike.

Serepeyv