Îlon 22, 2020 19:57 Asia/Tehran
  • Rûsiyê adeta Emerîkayê ya boykotan rexne kir

Berdevkê Kirimlînê li berteka li hember adeta Emerîkayê ya sepandina boykotan li dijî Rûsiyê ji ber qaşo mesmûmbûna kesayetiyê rexnegirê dewleta Rûsiyê got ku Waşengton hînî boykotkirinê bûye.

Dîmîtrî Peskov, Berdevkê Kirimlînê roja sêşemiyê li hember îdiaya Mayk Pompêo wezîrê derve yê Emerîkayê  bo cihanîna  boykota li dijî Rûsiyê ji ber mesela qaşo mesmûmbûna  Elêksî Nawalnî kesayetiyê rexnegirê dewleta Rûsiyê bertek nîşan da.

 Pêskov li vê barê ji nûçegîhana re got: Kirimlîn li bara gotinên Mayk pompêo wezîrê dereve yê Emerîkayê tu tiştî nebêje.

 Wî di dewamê de got: Waşengton hînî boykotan bûye û eva tişteke diyarî ye lê welatê din  vê yekê  nizanin.

 Mayk Pompêo pêştir îdia kiribû ku renge Emerîka ji ber mesela Nawalniyê hin boykotan li dijî Rûsiyê cih bîne.

 

Serepeyv