Fayiz El-Serac û Hefter dê roja pêncşemê li Parîsê bicivin
Îlon 15, 2020 15:35 Asia/Tehran
Serokê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê parlemanê Eqîle Salih dê roja pêncşemê li Parîsê bi serokê Meclisa Rêveber a Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac re bicivin.
Çavkaniyekî leşkerî di fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê de diyar kir ku ji bo nîqaşkirina pêşketinên rewşa siyasî û ewlekariyê yên dawî li Lîbyayê, dê serokê artêşê Xelîfe Hefter û serokê parlemanê Eqîle Salih û serokê Meclisa Rêveber a Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac bicivin.
Heman çavkaniyê ji tora El-Erebiye re ragihand ku civîn dê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û bi hevkariya Fransayê were pêkanîn.
Hin malperên fransî ji ber beşdarbûna El-Serac di civînê de, bi guman in. Ev yek jî ji ber fişara dewleta Tirkiyê ya li ser hikumeta Wîfaqê ye