Tebax 03, 2020 14:25 Asia/Tehran
  • DAIŞ`ê li Efxanistanê êrişî girtîgehekê kir, herî kêm 24 kes mirin

Rayedarên Efxanistanê diyar kir ku piştî êrişa duh a li ser girtîgehekê ku di encama wê de gekek girtî reviyan, li bajarê Celalabadê yê rojhilatê Efxanistanê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û hêzên ewlehiyê de şer derket.

Duh li pêşiya deriyê girtîgeha bajarê Celalabad erebeyeke bombebarkirî hate teqandin û dengê gelek teqînên din hat, her wiha çeteyên DAIŞ’ê  gulle li parêzvanên girtîgehê reşandin.

Rayedarên herêma Nengerharê ji Reutersê re got herî kêm 5 sivîl hatin kuştin, nêzî 40 kesên din birîndar bûn. Rayedaran diyar kir ku zêdetirî 75 girtî jî reviyane.

Lêbelê berdevkê waliyê Nengerharê Etaullah Xugiyanî îro ragihandin ku herî kêm 21 hêzên ewlehiyê yên Efxan û 3 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û 43 kesên din jî birîndar bûne..

Wî herwiha got ku  hezr zîndaniyên ku ji zîndanê revîbûn hatin girtin û ew vegerandine zîndanê.

Ev êrişa duh yekşemê li Celalabadê despê kir, hîn jî şer û pevçûn li derdora zîndanê berdewam dike.    

Piştî ku istîxbarata Efxanistanê kuştina serçeteyekî DAIŞ`ê li nêzî Celalabadê ragihand, çeteyên DAIŞ`ê jî ev êriş girt ser xwe.

Serepeyv