May 23, 2020 20:32 Asia/Tehran
  •  Vîrûsa Koronayê li Amerîkaya Latin belav dibe

Vîrûsa Koronaya nû (Covid-19) hîn jî berbelav e û Amerîkaya Latîn di cîhanê de bû navenda pandemiyê ya nû. Hejmara kesên bi vîrûsê ketine li Brazîlê, ji hejmara li Rûsyayê zêdetir bû.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, Vîrûsa Koronaya nû (Covid-19) hîn jî berbelav e û Amerîkaya Latîn di cîhanê de bû navenda pandemiyê ya nû. Hejmara kesên bi vîrûsê ketine li Brazîlê, ji hejmara li Rûsyayê zêdetir bû.

WHO’yê bal kişand ser rewşa xeternak.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku heta niha hejmara kesên li cîhanê bi  Vîrûsa Koronayê ê ketine, gihaştiye 5 milyon û 308 hezarî, 2 milyon û 160 hezar kes baş bûne û 340 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Dewletên cîhanê tedbîrên xweparastina ji  Vîrûsa Koronayê sivik kirin, lê li hin dewletên Amerîkaya Latîn hejmara kesên bi vîrusê ketine zêde dibe. Ligel vê yekê bandora  Vîrûsa Koronayê li qada aboriyê jî heye.

Hejmara kesên li Brazîlê bi  Vîrûsa Koronayê ê ketine, gihaşt 330 hezar û 890 kesan û di nava 24 saetan de hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, di heman demê de Wezareta Tenduristiyê ya Brazîlê  ragihand ku hejmara kesên bi  Vîrûsa Koronayê mirine, gihaşt 21 hezar û 48 kesan.