May 23, 2020 20:07 Asia/Tehran
  • Konseya Ewropayê Tirkiye hişyar kir: Êrîşên li ser rojnamegeran rawestînin

Konseya Ewropayê Tirkiye hişyar kir û ragihand ku Êrîşên li ser rojnamegeran rawestînin.

 

Li gorî rapora roja Şemiyê ya ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê,  Konseya Ewropayê ji ber ku Tirkiye li gorî pîvanên azadiya çapemeniyê tev nagere, Tirkiye hişyar kir û xwest li gorî prensîbên azadiya çapemeniyê tev bigere. Konseya Ewropayê ji Tirkiye xwest ku dawî li êrîşên ser rojnamegeran bîne.Meclîsa Parlamenetrên Konseya Ewropayê (MPKE) têkildarî azadiya çapemeniyê Tirkiye hişyar kir.
Raportorê MPKE'ê Stefan Schennach, diyar kir ku Tirkiye û Azerbaycan li dijî rojnamegeran xwedî “fenomenek tirsnak e”.Schennach, anî ziman ku Tirkiye bi salan de tundiyê li ser rojnamegeran dimeşine û xwest dawî li zext û tundiya li ser rojnamegeran bîne. Schennach, anî ziman ku li gorî Platforma Çapemenî u Saziya Rojnamegeran a KE'yê li Tirkiyê 95 rojnameger girtî ne. Endamê Partiya Civakî ya Avusturya (SPÖ) Stefan Schennach, destnîşan kir ku li Tirkiyê Rojnameger bi awayekî keyfî tên girtin û bi salan girtî dimînin. Schennach, bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî û destnîşan kir kir ku ji ber vîrûsa Covid-19 girtî di bin talûkeyek mezin de ne.