Adar 27, 2020 09:04 Asia/Tehran
  • Amerîka kete rêza yekem a berbelavbûna vîrûsa Koronayê

Li 24 saetên derbasbûyî bi zêdebûna 15 hezar kesên din ser hejmara kesên ku bi vîrûsa Koronayê ketine li Amerîkayê, ev welata kete rêza yekem a ketina bi vê vîrûsê.

Wezareta tendirustiya Amerîkayê şeva bûrî ragihand ku li 24 saetên derbasbûyî 15 hezar kesên din jî bi vîrûsa Koronayê ketin û bi vî awayî hejmara kesên ku bi vê vîrûsê li Amerîkayê ketine ji 83 hezar û 672 kesan derbas bû ku eva heta ji kesên ku li Çînê wek çavkaniya Koronayê  bi vê vîrûsê ketine jî zêde ye. Hejmara kesên ku li Amerîkayê ji ber vê vîrûsê mirine gihêşte 1209 kesan.

Li Çînê heya niha 81 hezar 285 kes bi vîrûda Koronayê ketine û 3281 kes jî mirine. 

Di vî halî de dewleta Îtalyayê şeva bûrî ragihane ku hejmara kesên ku ji ber Koronayê li vî welatî mirine gihêşte 8215 kesan ku ji qurbaniyên çînî zêdetir e.

Dewleta Amerîkayê gelekî dereng têstên Koronayê cih anî niha jî kîtên têsta koronayê li vî welatî Kêm e.

Rêxistina Tendirustiya Cîhanê roja sêşemê diyar kir ku pir muhtemel e li pêşerojeke nêzî Amerîka bibe navenda berbelavkirina Koronayê.