Adar 27, 2020 08:25 Asia/Tehran
  • Daxwaza serokomarê Çînê ji welatên endamên G20

Serokomarê Çînê ji serokên welatên endamêm Koma G20 xwest ji bo pîveketin û geşatiya abora cîhanê terîfe û bêşên gomrukî kêm bikin.

Li gor ajansa nûçeyan a Xinhuwayê Serokomarê Çînê Şî Cîn Pîng li rûniştina awarte ya serokên welatên endamêm Koma G20 ku bi awayekî vîdeo-konferansê pêk hat, ji wan xwest ji bo pîveketin û geşatiya abora cîhanê terîfe û bêşên gomrukî kêm bikin û berbendên îdarî yên ser riya gorikan ji holê rakin daku ticaret û bazarganî bikeve riya xwe ya pêşketinê.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan jî ji riya vîdeo-konferansê di vê rûniştinê de beşdarî kir. ev Rûniştin ji bo hilkolandina riyên zêdekirina hevkariyên welatên endamê G20 bona jinavbirina vîrûsa Koronayê pêk hat. sedî 85 abora cîhanê li destê Koma G20 de ye .