Adar 26, 2020 15:46 Asia/Tehran
  • 8 welatan ji NY xwestin ku boykotên dijî wan bên rakirinê

8 welatên cîhanê ji Rêxistîya Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestin ku boykotên dijî wan bên rakirinê.

Ûrsêtê û 7 welatên din ji wan Îranê di nameyekê de jibo Antoniyo Gotereş Sêkrêtêrê Gişk NY de ji wî xwestin ku boykotên ku rê li ber têkoşîna dijî belavbûna vîrûsa Koronayê li wan welatana digirin, rake.

Ûrsêt, Îran, Çîn, Sûrîye,Koreya Bakur, Kûba, Nîkaragua û Venezuelayê di wê nameyê de vîrûsa Kornayê wek dijminê hevpar ê mirovantîyê zanîn.

Ligorî gotina wan 8 welatana, boykotên yekalî k user hin welatan da hatine sepandinê, têkoşîna himberî Koronayê jibo wan welatana lihevalîyayîtir û zehmettir kirine.

Berî vîya Mîşêl Başlê Komîsera Pillebilind a Mafên Mirovan a NY jî xwest ku boykotên dijî hin welatên weke Îranê ku pêrgî vîrûsa Koronayê bûne werin rakirinê.

Tevî idiayên rayedarên amerîkî, şandina alîkarîyên navnetewî jibo Îranê pêrgî berbendên curbicur dibe.

Mike Pompeo Wezîr Karên Derve yê Amerîkayê berî vîya idia kiribû ku boykot alîarîyên mirodostîyê nagirin ber xwe.

Venezuela jî pêrgî vê pirsgirêkê bûye.

Nîkolas Madoro Serokomarê Venezuelayê jî berî vîya pêgirî kiribû ku Amerîka bidû kuştina gelê Venezuelayê ye çinku, boykotên Amerîkayê canê gelê wî welatî xistine xeterê.