Adar 26, 2020 08:35 Asia/Tehran
  • Qeyran li Amerîkayê; Zêdde ji 60 hezar amerîkî tûşî Vîrûsa Koronayê bûne

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Amerîkayê bi hilbezîneke din ji 60 hezar kesî derbas bû

.Li gorî rapora Fars Newsê, Medyayên amerîkî roja çarşemiyê ragihandin ku hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li vî welatî gihîştiye 60 hezar û 653 kesî û ji vê hejmarê 819 kesan canê xwe ji dest dane.

Amerîka niha piştî Çîn û Îtalyayê zêdetirîn hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê dihewîne.

Niha tevahiya 50 parêzgehên vî welatî tûşî Vîrûsa Koronayê bûne.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ku çend hefteyan beriya niha nûçeyên têkildarî belavbûna Vîrûsa Koronayê li vî welatî wek Fêla Dêmokratan dabû zanîn, Pêncşemiya bihurî ragihand ku rewş li Amerîkayê ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê "Nebaş" e.

Civata nexweşxaneyên Amerîkayê roja Yekşemiyê, 8ê Adarê, bi raporekê ragihand ku renge 96 miliyon amerîkî tûşî Vîrûsa Koronayê bibin û 480 hezar kes jî canê xwe ji dest bidin.