Adar 26, 2020 08:10 Asia/Tehran
  • Firokeyeke Şêrr a Suxo-27 a Rûsiyê ket

Firokeyeke Şêrr a Suxo-27 a artêşa Rûsiyê Çarşemiyê bi şev li ser Deryaya Reş ket.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Weareta Berevaniyê ya Rûsiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ev firoke dema firrîna li gorî planê li ser Deryaya reş ketiye.

Niha tîmên hawara esmanî û deryayî yên Rûsiyê li dû firokevanê vê firokeyê ne.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihandiye ku gengaz e ev firoke ji ber rewşa pirr xerab a hewayê li navçeyê ketiye xwarê.