Adar 25, 2020 09:59 Asia/Tehran
  • Goteresh: Bila civaka navnetewî bi Îranê re di warê têkoşîna dijî Koronayê de hevkarîyê bike

Sêkrêtêrê Rêxistîya Neteweyên Yekbûyî piştgirîya tam da daxûyanîya Michelle Bachelet Komîsera Pillebilind a Mafên Mirovan a wê rêxistîyê têkildarî pêwîstîya rakirina boykotên ser welatên pêrgî Koronayê bûne û ji hemî welatan xwest ku bi Îranê re di warê têkoşîna dijî Koronayê de hevkarîyê bikin.

Stêphan Ducarîk Berdevkê Sêkrêtêrê Gişk NY di civîneke çapemenîyê li New Yorkê de gotinên Komîsera Pillebilind a Mafên Mirovan a NY têkildarî pêwîstîya rakirina boykotên Amerîayê yên dijî Îran û Venezuelayê piştrast kirin û ragihand ku Goteresh ji hemî welatên endamê wê sazîyê xwestîye ku hêsankarîyên pêwîst jibo hewildanên Îranê di vê dema hestyar û girîng de bikin.

Ducarîk bi gotina vê yekê ku Goteresh digel Mihemedcewad Zerîf Wezîr Karên Derve yê Komara islamî ya Îranê bi rêya telefonê gotûbêj kirîye, dîyar kir ku Sêkrêtêrê Gişk NY tam haya wî ji dijwartirbûna şandina alavên pizişkî bo Îranê anegorî welatên din haydar e.

Michelle Bachelet Komîsera Pillebilind a Mafên Mirovan a NY duh di daxûyanîyekê de xwest ku boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê bên rakirinê.

Di hefteyên vê dawîyê de bidû belavbûna vîrûsa Koronayê li cîhanê û Îranê, sazîyên navnetewî û hejmareke zêde ya rayedarên welatên curbicur ji wan Tirkîye, Ûrsêt, Pakistan û Çînê xwestine ku boykotên yekalî û neqanûnî yên Amerîayê dijî Îranê bên rakirinê.

Boykotên yekalî û zalimane yên Waşîngtonê dijî Têhranê ku heta derman û alavên pizişkî jî digirin ber xwe, bûne sebeb ku gelê Îranê nemaze nexweş tûş gellekî pirsgirêkan bibin.