Adar 25, 2020 09:21 Asia/Tehran
  • Hejmara gorîyên Kornayê li Îtalyayê giheşte 6820 kesan

Dewleta Îtalyayê ragihand ku hejmara gorîyên vîrûsa Koronayê li vî welatî giheşte 6820 kesî.

Dewleta Îtalyayê şeva buhurî herwiha ragihand ku di 24 sietên buhurî de 5249 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û hejmara tûşbûîyan giheştîye 69 hezar û 176 kesî.

Îtalya ji hêla hejmara tûşbîyîyan ve bidû Çînê ye lê hejmara gorîyan li Îtalyayê ji ya li Çînê zêdetir e.

Ji hêla din ve, Wezareta Tenduristîyê ya Ingilîsê ragihand u 87 tûşbûîyên vîrûsa Koronayê li vî welatî canê xwe ji dest dan û hejmara gorîyan li vî welatî giheşte 422 kesan.

Serokwezîrê Ingilîsê Borîs Canson Duşemê rewşa awarte li wî welatî ragihand û ji gel xwest ku di ççarçova sekinîna himberî Koronayê de ji malên xwe dernekevin.

Hevgavê jordaçpna hejmara tûşbûyîyên Koronayê li Ewrûpayê, berpirsên tenduristîyê yên Alman, Swîs û Spanyayê jî ragihandin u di çend sietên buhurî de zêde ji hezar haletên nû yên tûşbûnê hatin tomarkirinê.

Navenda Lêkolînan a Robert Kokh şeva buhurî ragihand u hejmara tûşbûyîyên Koronayê li Almanê giheştîye 30150 kesan a gorîyan jî giheşt 130 kesî.

Dayra Fêdêral a Tenduristîya Giştî ya Swîsê jî ragihand ku di 24 sietên buhurî de hejmara tûşbûyîyên Koronayê li vî welatî giheşte 9166 kesan.

Li Swîsê jî bi candayîna zêde ji 60 kesên tûşbûyî hejmara gorîyan giheşte 124 kesan.

Li Spanyayê jî hejmara tûşbûyîyan heta destpêka duh giheştibû nêzî 40 hezar kesan.

Wezareta Teduristîya Hindê jî ragiand ku hejmara tûşbûyîyan li vî welat giheşte 519 kesan ku 43 kes ji wan bîyanî ne û 40 kes jî baş bûne.

Serokomarê Qirqîzistanê jî di hikmekê de jibo girtina pêşîya belavbûna Koronayê li vî welatî rewşa awarte ragihand.

Di vî halî da Serokomarê Amerîkayê Donald Trump şeva buhurî bi rêya telephone ji Serokomarê Koreya Başûr Moon Jae In xwest ku di warê sekinîna hiberî Koronayê de alîkarîya Waşîngtonê bike.

Nivîsgeha Serokomartîya Koreya Başûr ragihand ku Trump di wê peywendîya telefonî da ji Serokomarê Koreya Başûr xwest ku alavên pizişkî jibo sekinîna hibmerî Koronayê bişîne Amerîkayê.