Sibat 15, 2020 09:26 Asia/Tehran
  • Ceymis Cêfrî: DAIŞ hela jî li Sûriyê çalak e û pêwîst e em harîkarîya Tirkiyê bikin

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê di Karên Suriyê de got: DAIŞ hela jî li Sûriyê çalak e.

Ceymis Cêfrî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê di Karên Suriyê di hevpeyvîna digel televizyoneka Tirkiyê de amajeyî rewşa Sûriyê, ramanên Emerikayê û pêwendiyên wê ligel Tirkiyê kir û got: Armanca Emerîkayê ya serke li Sûriyê '' şere li dijî DAİŞ'ê û berjewendiyên wan ên jêopoletîk'' e.

Wî liser rêkeftinên wab ligel Tirkiyê jî got: Tirkiye hevpeymaneka giring e û wan li gor rêkeftina Enqerê, YPG ji sînorên Tirkiyê dûr xistîye.

Cêfrî diyar jî jî: Mafê Tirkiyê heye ku xwe li dijî hêrişên Sûriyê biparêze û bersiv wê bide.

Wî herweha got: Pêwist e jibo girtina rê li ber trajêdîya mirovî ew harikariya Tirkiyê bikîn.

Cêfrî di halekî da van yeka dibêje ku komên têrorîst nemaze li Idlibê bi saya piştgirîyên Tirkîyê her roj agirbesê binpê dikin û dibin sedema kuştin û koçberbûna zêdetir a sivîlan.