Sibat 15, 2020 07:59 Asia/Tehran
  • Ewrûpîyan xwestin Civata Ewlehîyê civînekê liser Sûrîyê lidar bixe

Çend welatên ewrûpî xwestin ku Civata Ewlehîyê ya NY civînekê liser alûgurên bakura Sûrîyê lidar bixe.

Fransa, Alman, Stonî û Beljîkê xwestin ku Civata Ewlehîyê ya NY civînekê liser alûgurên bakura Sûrîyê lidar bixe. Ev daxwaza wan welatên ewrûpî piştî wê hat kirinê ku Wezareta Berevanîya Ûrsêtê bidû gêreyên vê dawîyê li bakura Sûrîyê nemaze li parêzgeha Idlibê, Tirkîye sebebkarê giranbûna rewşê li wê parêzgeha Sûrîyê da zanîn û ji vî welatî xwest ku pêbendê sozên xwe yên di Rêkevtinama Soçîyê de be.

Artêşa Tirkîyê di van rojên dawîyê de di çaçrova piştgirîya ji komên têrorîst de, çend caran êrişî çeper û binkeyên Artêşa Sûrîyê li parêzgehên Heleb û Idlibê kirîye.

Ligorî rapora Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê ku meqera wê li Londonê ye, Artêşa Tirkîyê di 24 demjimêrên buhurî de nêzîkî 100 barhelgir ku ji alîkaryên serbazî û locistî pêk dihatin ji dergehê Kefer Lusîn yê bakura Îdilbê derbazî Sûriyê kirin û ew hêz û alav li xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê li gundewarê Me'eret Misrîn ser bi Idilbê û bajarokê Cîne li roavaya Helebê hatin belavkirin.