Sibat 14, 2020 12:23 Asia/Tehran
  • Hejmara miriyên ji ber vîrûsa Korona gihêşte 1483 kesan

Li Çînê ji ber vîrûsa Korona 116 kesên din jî mirin û bi vî awayî hejmara miriyan gihêşt 1483 kesan û her roj ser hejmara miriyên ji ber vê vîrûsê zêde dibe.

Li gor televîziyona Çînê duh ji ber vîrûsa korona (Covid-19) di nav 24 saetan de 116 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara miriyan bû 1483 kes û hejmara kesên ku duh bi vê vîrûsê ketine jî bû15 hezar û 152 kesan ku bi vî awayî hejmara kesên ku bi vîrûsa Koronayê li Çînê ketine ji 60 hezar kesî derbas bû.

Vîrûsa korona ji bo cara yekem li meha Kanûna 2019 li bajarê Vûhanê ya Çînê derket holê û her diçe li gelemperiya Çînê û welatên din berbelav dibe.  Heya niha ev vîrûsa li zêde ji 25 welatên cîhanê belav bûye û vê yekê cîhan xistiye nav fukaran. 

Rêveberiya Çînê weke tedbîr ketina bajarê Vûhanê qedexe kiriye û tene li gorî rewşên taybet destûra çûn û hatinê tê dayîn.

Welatên curbicur welatiyên xwe ji bajarê Vûhanê derxistin û ji bo demeke dirêj ew xistin Karantîneyê da ku dilniya bin ku ew bi vîrûsa Koronyê neketine.