Sibat 14, 2020 09:28 Asia/Tehran
  • Biryarnama sînordarkirina deshilatdariya cengî ya Trump li Senaya Amerîkayê

Meclisa Sena a Amerîkayê duh biryarnama kêmkirina deshilatdariya cengî ya serokomarê Amerîkayê Donald Trump li dijî Îranê pesend kir.

Li gor Fars Newsê, biryarnama bi navê "Deshilatdariya Cengî ya li dijî Îranê" bi 55 dengên Erê  li hemberî 45 dengên Na li meclisa Sena ya Amerîkayê hat pejirandin.

Li gor vê biryarnamê Trump êdî nikare bêyî bidestxistina îzna Kongreyê li dijî Îranê kiryarekî leşkerî û cengî cih bîne.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump duh îdia kiribû ku biryarnameyek wiha tê wateya nîşandana lawaziyê li ber Îranê loma ji senatoran xwestibû ku dstê wî li ber Îranê girê nedin û vê biryarnamê nepejirînin.

Meclisa nûneran a Amerîkayê 30 Çileyê du pêşnûmayên kêmkirina deshilatadriya cengî ya Trump li hemberî Îranê pejirand.